Li Helebê 22 sivîl hatin kuştin

Li Helebê, ji şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete, herî zêde gelê sivîl zerarê dibîne. Di encama şer de 22 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên li taxên Helebê yên di bin serweriya hêzên rejîma Baasê de ne, çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê Taxên Tilel, Firqan, derdora Istasyona Bexdad, herêma El-Minşiyê, taxên Seyîd Elî, Heleb El-Cedîda û El-Hemdaniyê bi topên hawanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.  

Her wiha li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî,  balafirên şer ên rejîma Sûriyê tax û gundewarên Helebê (bajaroka El-Sehare ya rojavayê Heleb û gundê El-Xelse, Emîş, Resim, Hiwêr, El-Eyîs, Berne ya başûrê Helebê, bajaroka Kefer Naha ya rojavayê Heleb, bajaroka Enedan û Erd El-Hemra yên li bakurê Helebê û taxên Biêdîn, Şêx Faris, El-Ansarî, El-Zibediyê, El-Miyeser, Bustan El-Qesir, Bab El-Neyrib, El-Heyderiyê û Bustan Başa yên li navenda bajarê Helebê ne û di bin serweriya çeteyên Koalîsyonê de ne bombebaran kirin. Di encamê de herî kêm 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li Taxa Şêx Seîd jî di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de şer didomin. Li çerxeriya Biêdîn a rojhilatê Helebê jî şer berdewame. Çeteyên Koalisyona Sûriyeyê dixwazin çerxeriya Biêdîn dubare ji hêzên rejîmê bigirin.