Li Heîlbronn û Braûnschweîgê bîranîna şehîdan

Li bajarên Heîlbronn û Braûnschweîg ên Elmanyayê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Ji bo enternasyonalîstên ku ji ber êrişên dewleta Tirk li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Kevîn Jochîm (Dilsoz Bahar) ê ku sala 2015'an ji ber êrişên dewleta Tirk ên li Rojava şehîd bû û Jakûp Rîemer (Şiyar Gabar) ê ku sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişê şehîd bû, Şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Beşdarên civîna bîranînê diyar kirin ku ji bo xwedîderketina li şehîdan divê bi rengekî çalak xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.

Piştî bîranînê Kurdistaniyan serdana gora Dilsoz Bahar a li bajarê Karlsrûheyê kirin.

BRAÛNSCHWEÎG

Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê jî li Navenda Çandê ya Mozaîkê şervanê MLKP/FESK û gerîlayê HBDH'ê yê herêma Derya Reş Sînan Guneş ê ku li navçeya Kaxizman a Qersê şehîd bû hate bîranîn.

Di civîna bîranînê de nûnerên Kovara Komun, AvEG-KON, Nûnera FED-DEM'ê Hakîme Yosef, nûnerê MLPD'ê axivîn.

Her wiha sînevîzyon hate nîşandan, helbest hatin xwendin û Koroya Jinan a Navenda Çandê ya Mozaîkê stran gotin.