Li Heftanînê dagirker hatin cezakirin

Komandoyên artêşa dewleta Tirk ku pesnê wan dihat dayin li Heftanînê ji ber çalakiyên gerîlayan nikarin serê xwe rakin.

Di destpêka êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya li ser Heftanînê, dewleta dagirker ragihandinên xwe bi pesnên derbarê leşkerên xwe ve tije kiribû û weke pariyeke biçûk li Heftanînê temaşe dikir. Lê ji nişka ve yek ji gerîlayên HPG ya bi navê ‘Tolhildan’ li beramberî wan radibe ser pêyan û derbekî mezin li wan didin. Weke ku ji erdê heya esmanan li dijî hemû pût û desthilatdaran bisekîne, rabû û got “Ev der Heftanîn e.”

Dirûşmeya “Ev der Heftanîn e” êdî bû deng û hewara hemû qadan, êdî bi wê dirûşmeyê her roj gerîlayên HPG’ê li beramberî artêşa tirsonek a Tirkiyeyê ku bi piştevaniya teknîka herî pêşketî li beşek ji Heftanînê xwe bi cih kiriye çalakiyan li dar bixin.

Her çiqasî ew leşkerên artêşa dewleta Tirk li ser çend girên Heftanînê bi cih bûne û berdewam ji aliyê balafirên keşfê yên bêmirov, drone, helîkopter, balafirên şer û topxaneyan ve piştevaniya wan tê kirin, lê ew teknîka dijmin nikare xwe li beramberî çalakiyên serkeftî yên gerîlayê serdema nû bigire. Ew komandoyên ku dewleta Tirkiye pesnê wan dide ketine nava rewşeke dijwar.

Şêniyên gundên Heftanînê çend dîmen ji destê gerîlayên HPG’ê bi dest xistine û ji ANF’ê re şandine. Di dîmenan de gerîla bi çeka sekvaniyê li leşkeran dide, her leşkerê ku ji stargeh û kunê derdikeve dibe hedefa gerîlayan. Dema gerîla fîşekê bera leşkeran didin jî dirûşmeya şehîd Tolhildan qîr dikin û dibêjin “Ev der Heftanîn e.”