Li heft gundên Amedê terora dorpêç, êşkence û destgîrkirinê

Hêzên Tirk bi ser 7 gundên Amedê de girtin, gelek kes destgîrkirin.

Eskeran bi ser gelek gundên girêdayî navçeya Rezan û Peyas û Çinarê yên Amedê de girtin. Eskeran di serdegirtina gundan de herî kêm 13 welatî binçav kirin. 

Leşkeran serê sibê saet di 05.00'an de bi ser gundên girêdayî Navçeyên Peyas, Rezan û Çinarê de girtin û herî kêm 13 kes binçav kirin. Eskeran li gundê Kirkalî yê Peyasê, Mahmut Derse, Ahmet Serse, Murat Çetîn, Firat Çetîn û li Navenda Peyasê Abdulkadîr Yagar binçav kirin. Eskeran bi ser Gundê Alankoz ê Rezan de jî girtin. Di serdegirtina gund de welatî Îsmet Yildiz, Hakan Yildiz binçav kirin. Eskeran di serdegirtina Gundê Dugerê yê Rezan de  Îsmet Akar, li Gundê Arvalî yê Rezan; Mehmet Akyuz, li Gundê Kabahidir ê Rezan; Keya Naîl Toprak, li Gundê Kiliçkaya yê Rezan, Abdullah Çiftçî, Îbrahîm Çitfçî û li Gundê Çakir Tutmaz ê navçeya Çinarê jî Abdulkadîr Eken û kurê wî binçav kirin.