Li Hatayê gelek kes hatin binçavkirin

Li Hatayê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Hatayê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Hatay Dortyolê, polîsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Ocak û Mezbahaneyê. Polîsên ku dor li taxan girtin, deriyê malan şikandin û ketin hundir. Der barê sedema serdegirtinan de agahî nehat bidestxistin. Tê gotin ku gelek kes hatine binçavkirin.

Polîsan binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Dortyolê û dûre ji wir birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Hatayê.

Hat ragihandin ku hin ji binçavkiriyan Kadîr Sert, Abdulkadîr Atici û Ridvan Oral in.