Li Hatayê gelek endamên HDP’ê hatin destgîrkirin
Hevserokên navçeya Îskenderûnê yên HDP’ê Mûhsîne Taşan û Ahmet Çahan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Hevserokên navçeya Îskenderûnê yên HDP’ê Mûhsîne Taşan û Ahmet Çahan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li navenda Hatayê û navçeya wê Îskenderûnê polîsan vê sibehê girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de hevserokên navçeya Îskenderûnê yên HDP’ê Mûhsîne Taşan û Ahmet Çahan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn û kesên ku hatin destgîrkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya navçeya Îskenderûnê.