Li Hannoverê şehîd hatin bibîranîn
Li Hannoverê gelek kes beşdarî bibîranîna şehîdan bûn.
Li Hannoverê gelek kes beşdarî bibîranîna şehîdan bûn.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Ciwanên Azad, ji bo Hesen Şirnex (Huseyîn Kûlûman) û Alî Çîçek ên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jiyana xwe dest dabûn, Delîl Qamişlo yê bi nasnavê Egîd Sarûxan ê li Avaşînê şehîd ketibû, Ûgûr Daskan ê bi nasnavê Hogir Bakustan yê di meha Tebaxê de li Colemêrgê şehîd bûbû û Mehmet Mendanlioglû yê bi nasnavê Amed Kawyan li Şengalê şehîd ketibû, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Çalakiya bibîranînê di şexsê Alî Çîçek, Hesen Şirnex, Egîd Sarûhan, Hogir Bakustan û Amed Kawyan de bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê hate destpêkirin. Ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad ji bo şehîdan meşa azadiyê hate kirin.
Di bibîranînê de çalakvanê Ciwanên Azad, Êrîş Botan axivî û diyar kir ku ew ê mîrateya şehîdan bidomînin.
Di bibîranînê de li ser navê KOMAW, NAV-DEM û Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin. Di axaftinan hate diyarkirin, heta ku têkoşîna şehîdan bigihêje serfiraziyê ew ê têkoşîn bidome.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Alî Çîçek hate temaşekirin û ji bo şehîdên şoreşê mewlûd hate dayîn.