Li Hannoverê meşa destekkirina xwerêveberiyê
Li bajarê Elmanya Hannoverê, bi armanca destekkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatin ragihandin, Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşekê lidar dixe.

Der barê meşê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin, "Zîhniyeta dewleta T.C a faşîst, bi destê hikûmeta AKP'ê û Erdogan, êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurdistanê didomîne. Em bang li gelê xwe dikin, ku vê zilma li gelê welatparêz, demokrat û şoreşgerên li Tirkiyeyê tê kirin şermezar bike û ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê ma ya li dijî vê zilmê, beşdarî meşa me bibe."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên nîjadperestî yên bi destê AKP'ê li Ewropayê tên kirin û hat ragihandin, ku di meşê de wê ev êrîş jî werin şermezarkirin.
Meş wê di 19'ê Îlonê saet di 15:00 de li OpernPlatzê destpê bike.