Li Hannoverê êrîşa Pirsûsê hate protestokirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşa AKP’ê ya li Pirsûsê hate protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve roja Înê (Duh) saet 18’an li pêşiya gara Trenê hate organîze kirin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), ATÎF Hannover û komên Çepgir ên Elman beşdarî çaalkiyê bûn û di çalakiyê de têkildarî êrîşê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de êrîş û komkujiya li Pirsûsê hate destnîşankirin û hate gotin ku bersiva vê wê di 24’ê Hezîranê de were dayîn.

Çalakgeran bang li hilbijêrin Ewropa kir ku biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û ji faşîzma AKP’ê hesab bixwazin.