Li Hannover bi hezaran kes li hember faşîzmê bûn yek dil

Li bajarê Hannover ê Elmanya ku duh faşîstan ciwanekî Kurd birîndar kirin, bi meşeke girseyî êrîş hat şermezarkirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanya ku duh faşîstan ciwanekî Kurd birîndar kirin, bi meşeke girseyî êrîş hat şermezarkirin.

Li Hannover ku duh ciwanekî Kurd ji aliyê faşîstan ve hat birîndarkirin, êrîş bi dirûşma, “Em ê rê nedin faşîzmê” bi meşekê hat protestokirin.

Meş li Steintor Platz cihê êrîş pêk hatibû destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û flamayên KCK, HPG, PYD, YPJ, YPG hatin hilgirtin. Girseyê pankarta ku berxwedana Cizîrê û îlana xwerêveberiya li Gimgimê hat îlankirin silav dike hilgirt.

Girseyê dirûşmên li dijî Erdogan û AKP’ê qîr kir.

Li çend nuqteyan faşîstan xwestin çalakvanan provoke bikin. Lê Komîteya Amadekar û polîsan ev hewldanên provokasyonê vala derxistin. Dema meş destpê kir, mirovên Mazlûm Omer ê ku di êrîşa faşîstan de birîndar bibû, ji girseyê ragihandin ku tenduristiya wî baş e. Vê kêfxweşiyeke mezin di nav girseyê de ava kir. Xizmên wî gotin ku Omer çavên xwe vekiriye û tiliyên xwe dilebitîne.

Çapemeniya Elman jî meş bi baldarî şopand. Hejmara çalakvanan dema girse nêzî cihê mîtîngê bû zêde bû. Mîtîng bi rêzgirtinê û xwendina sirûda, “Ey Raqîp” destpê kir.

Li ser navê Komîteya Amadekar, Xebat Sîverek axivî û got ku Tayyîp Erdogan li Rojhilata Navîn gelan bi hev dide kuştin, ev komkujî jî têra wî nakin, li Ewropayê komên faşîst ên girêdayî xwe bi ser gelê Kurd ê ji hovîtiya DAIŞ’ê reviyane dişîne û bi tekbîran dixwazin serê wan jê bikin.

Sîverek ev hişyarî kir: “Em careke din dibêjin, em ê rê nedin vê faşîzmê” û spasiya kesên tevlî çalakiyê bûn kir.

Li ser navê NAV-DEM’ê Yuksel Koç axaftinek kir. Koç bi bîr xist ku faşîzma AKP’ê bi xwîna ku li Rojhilata Navîn rijandiye têr nabe, vê carê jî li navenda Ewropayê xwîna ciwanê Kurd rijandin û wiha berdewam kir: “Wê têkoşîna azadiya Kurdan pergala ku Erdogan nûnertiya wê dike biavêje çopa dîrokê. Sedema tevahî êrîşên wan ev e.”

Nûnerê ADF’ê Atîlla Ceylan jî got, “Kerbelaya îro Kobanê ye, Rojava ye, Qamişlo ye, Cizîrê ye. Wê gel rê nedin faşîzmê. Îro di van şert û mercan de li hember faşîzmê bêdengî, cihgirtna li gel faşîzmê ye.”

Nûnerê Partiya Çepgir a Elmanan jî diyar kir ku îro li vir, gel li hember faşîzmê di nav yekîtiya têkoşînê de ye.

Xizmekî Mazlûm Omer ê di êrîşa faşîstan birîndar bibû jî axivî û got ku duh li vê Qadê qatilên AKP’ê, DAIŞ’ê xwestin Mazlûm qetil bikin. Xizmê Omer diyar kir ku Mazlûm jî ji bo bijî li ber xwe daye û wiha dom kir: “Îro ez li vir dibînim. Bi deh hezaran Mazlûm li ber xwe didin. Bila ew zanibin, navê Mazlûm ne navekî ji rêzê ye, mîrateya Mazlûm Dogan e. Ew jî berxwedan e.”

...