Li Hambûrgê tedbîrên li dijî tevlîbûna DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin

Li Hambûrgê tedbîrên li dijî tevlîbûna DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Partiya Çep panelek pêk anî û di panelê de çawa pêşî li çeteyên DAIŞ’ê bê girtin hat nîqaşkirin.

Panel roja Sêşemê li Parlamentoya Eyaletê pêk hat û parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîr, Pedagogê Koçberiyê Ramses Queslatî, Zanistê Îslamî Gotz Nordbruckh û terapîstê malbatê Mîchael Gerland tevlî bû.

Moderatora panelê Cansu Ozdemîr, di axaftina xwe de diyar kir ku li gorî daneyên fermî 1800 kes tevlî çeteyên DAIŞ û wekî din bûne û çûne Suriye û Iraqê. Ozdemîr bi lêv kir ku 40 kes ji Hamburgê derketine û ji sêyan yek jî vegeriyane Elmanyayê. Ozdemîr anî ziman ku fxebatên komên Selefî didomin.

Ozdemîr destnîşan kir ku di demên dawî de gelek malbatên mexdûr ji wan alîkarî xwestine û wiha got: “Gelek ciwan tevlî van koman dibin û dibin kujer. Ji bo ku em sedemên tevlîbûna wan û pêşîgirtina vê em bi kesên pispor re hatin cem hev. Ev ciwan çima tevlî dibin, çawa tevlî dibin? Li dijî vê divê malbat, heval, dibistan û merciyên dewletê divê çi bikin?” Piştre Pedagogê Penaberiyê Ramses Queslatî, Zanistê Îslamî Gotz Nordbruch û terapîstê malbatê Mîchael Gerland axivîn.

Gotz Nordbruch diyar kir ku di nava sempatîzanên Selefî de tenê çend ciwan fanatîk in û nêzî 70 hezar kesî di facebookê rûpelê Elmanê Selefî Pîerre Vogel ecibandine û ji van beşek kêm xwedî dîtbariyek kêm in. Li gorî Nordbruch gelek ciwan di pêvajoya pêşketina nasnameyê de rêya xwe winda dikin û di destpêkê de ev bi olê re ne eleqedar in. Selefî xwe digihînin gelek ciwanan û lêgerîna nasnameya van ciwanan bikar tînin. 

Michael Gerland jî got ku hemû ciwanên di dema kamilbûnê de, pirsgirêka nasnameyê dijîn û got ku ger hûn dixwazin ciwanên xwe biparêzin divê ev pirsgirêkên ciwanan ji aliyê malbatê ve cidî bên girtin.

Ramses Queslati jî bi lêv kir ciwanên ku zûtir di bin bandora çeteyên fanatîk de dimînin, piranî jî zarokên penaber û kêmaran e û her wiha ji aliyê civak û malbatê ve zêde nehatine qebûl kirin.”

Panela ku ji aliyê sed kesî ve hat guhdarkirin bi pirs û bersivan bi dawî bû.