Li Hambûrgê şeva Dep û Saricaniyan a ji bo hilbijartinê

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, şevek bi armanca piştevaniya namzetên HDP'ê yên hevşaredariyê hate lidarxistin.

Şêniyên Dep û Saricanê yên li Hambûrgê dimînin, li hev civiyan û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar Şaredarê berê yê Depê Bûrhan Kocaman axivî û got, ji bilî berxwedanê alternatîfeke din a Kurdan li dijî fşaîzm û dîktatoriya Erdogan nîne.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî got, "Em îro li vê derê mêvan nînin, em xwediyê malê ne. Welatê me mîna bihuştê ye. Li Depê ku Mazlûm û Xeyrî lê ji dayik bûn, mezin bûn, cihekî welê ye ku hemû bedewî lê ne. Gelê me di pêvajoyeke giran jî de be, divê em hêviya xwe ti carî ji dest nedin. Em ê ti carî serê xwe li ber faşîzm û zilmê netewînin. Hilbijartina ku di Adarê de bê kirin hilbijartineke ji rêzê nîne. Ji bo me mîna referandûmê ye. Jinûve bidestxistina îradeya xwe ye ku hatiye desteserkirin."

Mele Eşref jî bi navê CÎK'ê axivî û anî ziman, di projeyên HDP'ê de ruhê peymana Medîneyê tê dîtin. Eşref bang li her kesî kir ku namzetên HDP'ê hilbijêrin.

Di şevê de her wiha peyamên namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Depê Sever Ûzûn û Mahmût Ercan, namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Saricanê Canan Tagtekîn û Bekîr Polat hatin xwendin.

Nûnera KAY-DER'ê jî bang li Depiyên li metropolên Tirkiyeyê û dîasporayê kir ku li dora namzetên HDP'ê bicivin.

Di şevê de Hozan Kawa, Zozan Zûdem, Zinar Sozdar, Alî Geçîmlî, Hozan Bênav, Hozan Amed û Hunermend Hekîmo hunera xwe pêşkêş kirin.