Di derbarê pêşveçûna doza Alî Îhsan Kitay de ku ev 14 mehe li Hamburgê bi îdiaya endamê KCK’ê ye girtiye, Tatort Kurdistan û ‘înîsiyatîfa ji Alî Îhsan re azadî’ civîneke agahdarkirinê pêk hat. Panel li navenda çanda Centro Socîale ya taxa Sternschanze ya Hamburgê pêk hat û parêzerên Kitay Cornelia Ganten-Lange û Carsten Gerricke, parlamenterê Partiya Çep ya Hamburg Christiane Schneider û li ser navê înîsyatifê sosyolog Martin Dolzer wek axaftinker tevli bûn.
Gelek kesî panel temaşe kir. parêzer Brîtta Eder pêşkêşvaniya panelê kir. Parêzer Carsten Gerrîcke destpêkê axivî û got xala 129 b ku berê li hemberî hin rêxistinên îslamî û DHKP-C dihat dikaranîn, lê ev doza Hamburgê dozeke pîlot ya li hemberî kurdan hatiye vekirinê ye. Gerrîcke wiha got û pê de çû: “Li gorî îdianameya Dozgeriya Federal a Almanyayê amade kiriye muvekîlê min endamên CDK ye, îradeya xweser ya CDK’ê nîne, bi giştî girêdayê KCK’ê ye û KCK jî berdewama PKK’ê ye. ev 4 mehe hefteyê du rojan doz pêk tê û dê heta dawiya Sibatê bidome. Di danişînan de qeydên telefonan tê guhdarkirin. Di derbarê sazbûna rêxistina CDK, KCK û PKK’ê de 25 dosya ji aliyên dozgeriya federal ve wekê delîl hatine pêşkêşkirin. Me wekê parêzeran ji bo ku dadgeh rewşa Tirkiye û Kurdistanê bigire dest gelek caran serlêdan kir. Me di derbarê qedexekirina ziman, qedexekirina partiyên siyasî û zextên wekê îşkenceyê de lêkolîn kir û pêşkêş kir. herî dawî Serokatiya Dadgeha Bilind ya Hamburgê jî li xwe mikur hat ku mafê kurdan li Tirkiyeyê hatiye binpêkirin.”
Parêzer Cornelia Ganten-Lange jî diyar kir ku, dema tevlûbûna ji bo doza muvekîlê wî Kitay zêde dibe, Kitay xwe tenê hîs nake û morelê wî gelek bilinde. Lange got, ji ber vê divê tevlîbûna temaşevanan a dozê zêde be.
Berpirsê Edeletê yê koma Partiya Çep ya Hamburgê Chrîstîane Scheider jî balkişand ser aliyê siyasî yê dozê û wiha got: “Li hemberî kurdan siyasta tecrîd û zextê pêk tê. Ji ber vê divê em bi kurdan re bikevin nava piştevaniyê. Em wekê Partiya Çep daxwaz dikin ku, xalên 129 a û b rabe. Ez dixwazim qedexeya PKK’ê rabe û pirsigrêka Kurd çareser bibe. heta PKK û Ocalan tevlî pêvajoyê neyê kirin çareserî pêk nayê.”
Di dawiya panelê de ji bo mîtînga ‘Ji Alî Îhsan re azadî’ ya di 8’ê kanûnê de banga tevlîbûnê hat kirin.