Li Hambûrgê DYA hate protestokirin
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurd bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê biryara DYA’yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurd bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li gelek bajarên Ewropa nerazîbûnên li dijî biryara DYA’yê ya li ser rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan zêde dibin.
Ev bi rojan e li dijî biryara DYA yê çalakî tên kirin. Li cadeya Monckeberg Starse ya Hambûrgê Kurdistanî û dostên wan mîtîngek lidar xist.
Di mîtîngê de dirûşmeyên dilsoziya bi PKK’ê re hatin berzkirin û sirûda ‘Herne Pêş’ hate gotin.
Wê roja Sêşemê seat 17:00’an li semta Jûngferstîegê çalakiya protestoyê were lidarxistin.