Li Hamburgê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat
Li Hamburgê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat
Li Hamburgê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat
Li bajarê Hamburg a Almanyayê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat. Çalakiya ev 18 hefteye bi rêk û pêk tê meşandin, duh bi tevlibûna kurdistanî û aliyê demokrat pêk hat.
Bi sedan kesên li Hauptbhnhof a Hamburgê hatin cem hev berbi seferatxaneya Tirkiyeyê û piştre jî ya Fransayê ve meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmeyên wek ‘Bijî serok Apo, Sakîne,Fîdan û Leyla nemire, dewleta kujer dê hesab bide’ berzkirin.
Tevlibûna zêde ya jinan bal kişand. Tevgera Jinan a Demokrat a Ewropayê, Hamburg Jinên Nû, Atîk pişgirî dan çalakiyê.
Li ber seferatxaneya Fransayê axaftinek hat kirin. Di axaftinan de daxwaz hatin ziman û hat gotin ku ligel 5 meh derbas bûye jî hikûmeta Fransayê tu tiştek nekiriye û ev nayê qebûlkirin. Jinan da zanîn ku heta bûyer ronî nebe dê çalkiya xwe bidomînin.