Li Hambûrgê çalakiya edaletê
Li Hambûrgê çalakiya edaletê
Li Hambûrgê çalakiya edaletê
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiya bi armanca edalet û ronîkirina komkujiya li Parîsê ku di encamê de 3 sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin, weke her Çarşemê îro jî hate lidarxistin.
665 roj bi ser komkujiya Parîsê ku di encamê de ji pêşengên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin re derbas bû. Weke her Çarşemê îro jî li bajarê Hamburg ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Robjîn li semta Altonayê pêk hat û di çalakiyê de bang li rayedarên Fransa hate kirin ku wezîfeyên xwe pêk bînin û edaletê bi cih bînin.
Nûnerên jinên Kurd ku di mîtîngê de axivîn, gotin: “Kujeran û berpirsên li pişt komkujiyê aşkera bikin, darizînin û mehkûm bikin! Ev 665 roj in em edaletê dixwazin. Heta niha tu pêşketineke berçav di lêpirsînê de çênebûye. Em vê yekê qebûl nakin.” Jinên Kurd dan zanîn ku ew ê berxwedêriya jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bidomînin.
Piştre li ser navê Înîsiyatîfa Kobanê ya Hamburgê û rêxistina ciwanan a SDAJ a sosyalîstên Elman axaftin hatin kirin û xwestin destek bidin berxwedana Kobanê û qedexeya li ser PKK’ê rakin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û bang li her kesê hate kirin ku roja Şemiyê tevlî meşa wê li bajarê Luneburgê bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê û Şengalê bê lidarxistin û tevlî şevbêrka ku wê roja yekşemê li Salona Phoenix a semta Harburg a bajarê Hamburgê bên lidarxistin bibin.