Li gundekî ku di bin kontrola Hîzbûlahê de ye êrîş pêk hat
Li gundekî ku di bin kontrola Hîzbûlahê de ye êrîş pêk hat
Li gundekî ku di bin kontrola Hîzbûlahê de ye êrîş pêk hat
Li Lubnanê li gundê Sbuba ya di bin kontrola Hîzbûllahê de ye, êrîşa bombeyî pêk hat û hat diyar kirin ku gelek mirî hene.
Di van saetên sibehê de li gundê Sbuba ya Lubnanê li dijî buroyeke Hîzbullahê êrîşêk pêk hat û di êrîşê de gelek kes mirin. Hate diyar kirin ku teqîn berbi sibehê saet di 04.00’an de pêk hatiye. peywirdarekî ewlehiyê, diyar kir ku mirî û birîndar hene û da zanîn ku wesayîteke bombebarkirî bûye sedema teqînê.
Endamên tevgera Şîî û hêzên ewlehiyê demildest hatin cihê teqînê. Şahidên bûyerê dan zanîn ku gelek abulans hatine cihên bûyerê.
Li Lubnanê li cihên ku di bin kontrola Hîzbûllahê de ye pir zêde êrîş pêk tên. Hinceta êrîşan wek hîzbûlahên ji aliyê Îranê ve piştgiriyê dibînin di pevçûnên li Sûriyeyê de cih digirene.