Li Gundê Yûsufiyê 30 çekdarên El-Nusra hatin kuştin
Li Gundê Yûsufiyê 30 çekdarên El-Nusra hatin kuştin
Li Gundê Yûsufiyê 30 çekdarên El-Nusra hatin kuştin
Li herêma Çelaxa şerê di navberaYPG û komên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîladî El-Şam/Eniya Nusra di roja dehan de bi hemû dijwariya xwe didome. Li gorî çavkaniyên YPG'ê heta niha gundên Siwêdiye, Til Elo (Mesîhî), Til Elo (Kurmanç), Til Elo (Şemer) Til Xemer, Xirab Bajar, Sikeriyê, Mezraya Şêx Kelemen Mitgam jî di nav de herêmek fireh ji destê komên êrîşkar hatine derxistin. Çavkaniyên YPG'ê dan zanîn ku, di encama şerê şevêdin de li gundê Yûsufiyê 30 çekdar hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Şerê di nav bera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Iraq û Bîladî Şam a Îslam/ Eniya Nusra di roja xwe ya dehan de bi hemû dijwariya li sê eniya de didome. Li gorî çavkaniyên YPG'ê heta niha gundên Siwêdiye, Til Elo (Mesîhî), Til Elo (Kurmanç), Til Elo (Şemer) Til Xemer, Xirab Bajar, Sikeriyê, Mezraya Şêx Kelemen Mitgam jî di nav de herêmek fireh ji destê komên êrîşkar hatine derxistin.
ARMANÇ AVAKIRINA EMÎRTIYA ÎSLAMÎ YE
Ev demeke Dewleta Iraq û Bîladî Şam a Îslam/ Eniya Nusra (El- Qaîde) bi girtina bajarê Reqayê ji destê rejîma Baasê, daxuyaniyekî dabûn û diyar kirin bûn wê di cejna Remezanê Emîrtiya xwe ya Îslamî ya bakûrê Sûriyeyê îlan bikin. Li gorê wê hemû Rojavaya Kurdistan wek beşek ji wê Emîrtiya El Qaîdeyî tê diyar kirin. Ji bo wê jî ev demeke ev komên çete yê Îslama tûndrew (radîkal) hêza xwe ji bajarê din yê Iraqê kişandi bûn û li derdorê Rojavaya Kurdistan bicih kir bûn.
GIRÊ SPÎ, SERÊKANIYÊ Û TIL KOÇER XETÊN LOJÎSTÎKÊ NE
Dewleta Iraq û Bîladî Şam a Îslam/ Eniya Nusra ji bo li heremê hebûna xwe bidomî deriyên sînor yên Tirkiyê û Iraqê ji bo bi kartîne. Bi taybet deriyê Girê Spî wek cihên esasî yê vê tevgera El Qaîdeyê ye û di belgeyên heta niha derketine tê xuya kirin ku dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe alîkariya ev tevgera dike.
BI WESAYÎTÊN BOMBE BARKIRÎ ÊRÎŞ DIKIN
24 Tîrmehê de endamek Dewleta Îslam Iraq û Bîlad Şam li ser ri gundê Zehîre ya dinav bera Çilaxa û Girkê Legê li benda kontrolê wesayîta bi du toz zêdetir teqemenî barkirî teqendan û di encam de du endamê Cîwanên şoreşger binavê Canfeda û Bêrîtan jiyana xwe ji dest dan û sivîlek jî hate kuştin.
LI GUNDÊ GIRHOK, SÊWEDIYÊ Û LI DERDORA YÛSIFIYÊ ŞERÊN DIJWAR
Çavkaniyên YPGê dazanîn herema Til Elo, Girhok û Sêwediyê ku û li benda kontrolê ya gundê Yûsifiyê 5 km nêzî Til Koçer şevêdin şerên dijwar qewimîn û di encam de ji 30 endamên Dewlet Îslam Iraq û Bîlad Şam hatine kuştine.
MAYÎNA ÊRÎŞKARAN BI WAN TEQIYA
Çavkaniyên YPG'ê dazanîn li nêzîkî Xedan dema çeteyên Eniya El Nusra xwestên mayîn deynin mayîna wan bi wan teqiyan û di encam de herî kêm 4 endamê Nusra mirin. Berî niha jî komên êrîşkar li aliyê riya navnetewî ya berê xwe dide Çelaxa mayîn danîbûn. Şevanê YPGê ew mayîna dinava tupên mezin de hatine bicîhkirin û bi funyeya kişandina mewziyan hatibû bêtesîr kirin.
Hate zanîn li Sikeriyê, Tehûnê, Yusufiyê û der dora Til Elo şerên dijwar didomin