Li gundê Meerîn 3 çete hatin kuştin

Li gundê Meerîn 3 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku di pevçûnên li derdora gundê Meerîn ê Efrînê di navbera komên çete û YPG de derketin de 3 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li  Hesekê jî di encama teqîna depoyek sotemeniyê de 2 kes mirin û yek birîndar bû.

Hat ragihandin, li derdora gundê Meerîn ê Efrînê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de duh êvarê pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 3 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. 

Di pevçûnên li dora gundê Cileberê de jî hat gotin ku çeteyên ser bi El Qaîdeyê windahî dane, lê belê encameke zelal nehat bidestxistin. 

Li bajarê Hesekê jî duh danê êvarê dema welatiyê bi navê Emar Hebal dema depoya xwe ya mazotê kontrol dikir, teqînekê rû da. Di encama teqînê de kurê Emar Hebal Mihemed Emar Hebal (13) û kesê bi navê Ebdulqadir Ehmed mirin. Kesê bi navê Mihemed Mehmûd Şemo ku alîkariya wan dikir ji birîndar bû.