Li gundê Aser hestî, cil û berg hatin dîtin
Li gundê Aser hestî, cil û berg hatin dîtin
Li gundê Aser hestî, cil û berg hatin dîtin
Ji bo Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik yê di 29’ê Adara 1995’an de ji girtîgeha Qoserê dihatin tahliyekirin û piştre hatin wendakirin û Zubeyîr Bîrlîk û Abdulbakî Bîrlîkê ew pêşwazî dikirin, li gundê Aser xebatên kolandinê hatin destpêkirin û di encama wê de hestî û cil û berg hatin dîtin.
Li ser serlêdana malbatên wan a li ÎHD’ê serdozgeriya Komarê ya Qoserê talîmat da û li gundê Dêra Aser xebat hatin destpêkirin. Dozgerê komarê yê Qoserê, nûnerên ÎHD’ê û MEYADER’ê hatin cihê bûyerê û xebatên kolanên dan destpêkirin.
Di dema kolanê de hestî, cil û berg hatin dîtin. Xebatên kolanÊ hêz didomin.
Ji bo Kemal Bîrlîk, Zekî Alabalik, Zubeyîr Bîrlîk û Abdulbakî Bîrlîk bi talîmata Dozgeriya Komarê ya Qoserê di 22’ê Nîsanê de kolan hatibûn destpêkirin. Li gundê Katarli di 2008’an de kolan hatibûn kirin û hestiyên aydê du kesan hatibûn dîtin.