Li Gulsuyu li dijî kargeha rêveberê BDP’ê êrîşa çekdarî
Li Gulsuyu li dijî kargeha rêveberê BDP’ê êrîşa çekdarî
Li Gulsuyu li dijî kargeha rêveberê BDP’ê êrîşa çekdarî
Li Gulsuyu ya Maltepe li dijî kargeha rêveberê rêxistina Stenbolê ya BDP’ê Besîm Yilmaz êrîşeke çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku çalakî ji aliyê çeteya Gulsuyu ya berî niha gelek caran li hemberî BDP’yiyan û sosyalîstan êrîşên çekdarî pêk anîne hatiye kirin.
Li Semta Gulsuyu ya navçeya Maltepe ya Stenbolê, ji aliyê “Çeteya Gulsuyu” ya bazirganiya narkotîkê dike, xeracê ji esnafan werdigire saet 02.00’an li dijî kargeha rêveberê rêxistina BDP’ê ya Stenbolê Besîm Yilmaz êrîşeke çekdarî pêk hat. Hat ragihandin ku hin kesên di maşîneyekê de bi tifingan êrîşî kargehê kirin. Di dema êrîşê de ku tu kes di kargehê de nîn bû ji ber guleyan camên kargehê şikestin.
Besîm Yilmaz da xuyakirin ku gelek caran ji aliyê çeteyan ve hatiye tehdîtkirin û tevî ku gilî jî kiriye ji aliyê polîsan ve tu ewlekarî nehatiye girtin û polîsan zemîn ji wan êrîşan re amade kiriye.