Li Grazê, Erdogan hat şermerzarkirin
Li Grazê faşîzma AKP/Qesrê hat şermerzarkirin. Di çalakiyê de ji bo piştevaniya gelê Kurd bang hat kirin.
Li Grazê faşîzma AKP/Qesrê hat şermerzarkirin. Di çalakiyê de ji bo piştevaniya gelê Kurd bang hat kirin.
Li bajarê Awûstûrya Grazê, duh meşek hat lidarxistin û faşîzma AKP/Qesrê hat şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya 14 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl hat lidarxistin. Girseya gel ji bo meşê li Grîesplatzê li hev civiya û ji vê derê ber bi Şaredariya Grazê ve meşiya. Di meşê de li dijî AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dirûşme hatin qîrîn.
'MAFÊN MIROVAN, HIQÛQ HATIYE BINPÊKIRIN'
Di daxuyaniya piştî meşê de hat ragihandin ku li Bakurê Kurdistanê mafên mirovan bi mehan e jia liyê Erdogan û rejîma wî ve tên binpêkirin û li dijî Kurdan pêvajoyeke mezin a tinekirinê tê meşandin.
Girseya gel bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku rejîma otorîter a li Tirkiyeyê bi xweşbînî pêşwazî neke û ji bo sekinandina şer bikeve nava hewldanan, piştgiriyê bide gelê Kurd.
Saziyên çalakî lidar xistin ev in:
"- Alevitische Glaubensgemeinde Graz
- Demokratisches Zentrum der KurdInnen in Graz
- Der Funke
- FEYKOM (Rat der kurdischen Gesellschaft in Österreich)
- GRAS (Grüne und alternative StudentInnen)Graz
- Grüne Akademie
- Interventionistische Linke
- Junge Grüne Steiermark
- KJÖ Graz
- KPÖ Graz
- KSV Graz
- SJ Steiermark
- Sozialistische Linkspartei
- VSStÖ Graz."