Li Goteborgê komkujiya Rojava hat lanetkirin
Li Goteborgê komkujiya Rojava hat lanetkirin
Li Goteborgê komkujiya Rojava hat lanetkirin
Kurdên li Goteborg a Swêdê dijîn, komkujiya li Rojava protesto kirin û bi armanca piştevaniya gelê Rojava re meşek pêk anîn.
Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Qada Gotaplatsen hatin cem hev, alên PYD, PKK, PAJK û posterên rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hildan. Her wiha dovîz û panqart jî hatin vekirin.
Girseyê bê navber ‘Bijî PYD, Bijî YPG, ji Ocalan re azadî’ hat berzkirin. Kurdên hatin qada Adolf a Gustavê dirûşme berzkirin. Deqeyek rêz hat girtin û daxuyaniya bo rojava Eda Duzgun xwend.
Hevserokê Meclisa gel a Kurd ya Goteborgê Abdullah Devecî, diyar kir ku li Rojava sûcê mirovahiyê tê kirin û êrîşên li hemberî kurdan lanet kirin. Devecî got ew li cem gelê Rojava ne û got tu hêz dê gelê Rojava têk nebe û banga piştgirî û piştevaniya bo gelê Rojava kir.