Li Goteborgê ji bo Çekdar Amed konê sersaxiyê û bîranîna şehîdan

Ji bo şervanê YPG’ê Çekdar Amed (Sercan Sûbaşi)ê li gel 8 hevalên xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê di 22-26’ê Hezîranê de şehîd bibûn, li bajarê Goteborg ê Swêdê li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo 2 rojan konê sersaxiyê hate danîn.

Di aktivîteya Şehîdên Kurdistanê Delîl Qamişlo, Siyar Qamişlo û Polat Herekol hatin bîranîn de, xizmê Şehîd Çekdar Amed Refîk Amed axivî, destnîşan kir ku Çekdar Amed şehîdê gelê Kurdistanê ye, Amed jî weke hezaran şervanên azadiyê ji bo qezençkirina statuya gelê Kurd jiyana xwe feda kir.

Amed diyar kir ku wê hata gelê Kurd bigihêje azadiya xwe wê dev ji têkoşînê bernedin û bibîr xist ku rêya xwedîderketina li şehîdan şopandina têkoşîna wan û bilindkirina armacên wan e.

Piştş nîşandana têkoşîn û keda şehîdan tîne ziman hate temaşekirin û şûnde, bavê Şehîd Şiyar Qamişlo Ahmed Mohammed û birayê Şehîd Delîl Qamişlo Gazî Egît Qamişlo axivîn û diyar kir ku xwedî li Tevgera Azadiya Kurd û şehîdên gelê Kurd derketine û di himbêza xwe de mezin dike. Bi Tevgera Azadiya Kur û baweriya ruhê şehîdên gelê Kurd wê heta azadiya Kurdistanê têkoşînê bidomînin.

Di aktivîteya ku malabat û xizmên Şehîd Amara Koçer jî amade bûn de, Serokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîka a Goteborgê Apo Kayar û Meleyê Mizgeftê Abdullah Kobahê jî axivîn û bal kişand ser girîngiya şehîdan a ji bo gelê Kurd, sersaxî ji gelê Kurd û ximên şehîdan re xwest.

Aktivîtya bîranînê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bidawî bû.