Li gorî hikumeta Tirk ji ber koronayê 574 kes mirine
Wezîrê Tenduristiya Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku hejmara kesên ji ber koronavîrûsê mirine gihiştiye 574 kesan.
Wezîrê Tenduristiya Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku hejmara kesên ji ber koronavîrûsê mirine gihiştiye 574 kesan.
Wezîrê Tenduristiyê Koca, li ser hesaba xwe ya Twîtterê tabloyek nû li ser koronavîrûsê parve kir.
Li gorî vê di nava 24 seatên dawî de 3 hezar û 135 nexweşên koronavîrûsê hatine tesbîtkirin, ji vana 73 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Tirkiyê heta niha 27 hezar û 69 kes bi vîrûsê nexweş ketine, ji vana 574 kesan jiyana xwe ji dest dane.