Li gorî anketan dengê HDP'ê gelekî zêde bûye

Li gorî anketa Mediar Analiz a li ser hilbijartina 24'ê Hezîranê, tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê encama dixwaze nikare bi dest bixe. Rêjeya dengê HDP'ê jî di ser 13 ji sedî re ye.

Şîrketa Mediar Analiz li 26 bajaran lêkolîn kir û ev pirs li beşdaran hate kirin: "Di hilbijartina Serokkomariyê ya 24'ê Hezîranê de hûn ê deng bidin kîjan namzetî?" Encam jî bi vî rengî ye:

Erdogan: 42.11 ji sedî

Namzetê CHP'ê: 20.11 ji sedî

Meral Akşener: 19.70 ji sedî

Selahattîn Demîrtaş: 13.38 ji sedî

Temel Karamollaogûllari: 3.08 ji sedî

Yên din: 1.62 ji sedî

Di hilbijartina Serokkomariyê ya sala 2014'an de, Erdogan bi dek û dolaban 51 ji sedî yê dengan girtibû. Rêjeya dengê Demîrtaş jî 9.76 ji sedî bû.

Anketa şîrketa Mediar Analizê nîşan dide ku li gel zext û zordarî û kiryarên faşîst jî rêjeya dengên HDP'ê gelekî zêde bûye.