Li Golanê 3 kes hatin girtin
Li Golanê ji 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
Li Golanê ji 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
Li Golanê ji 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
Li navçeya Golanê ya Erdexanê di serdegirtinên malan de endamê Meclîsa Giştî a Bajêr ê DBP’yî yê Golanê Yalçin Altay, rêveberê HDP’ê Zafîr Hamîtoglû û Serkan Altûn hatibûn binçavkirin, îro sewqî dadgehê hatin kirin.
Li Dozgeriyê îfadeya 4 kesan hate girtin û bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Altay, Hamîtoglû û Altûn bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin, rêveberê navçeyê yê HDP’ê Mûrat Ongel bi şertê ku serbestiya bi kontrol hate berdan.
3 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Erdexanê.