Li girtiyên li dijî binpêkirina derketin re cezayê hucreyê birîn
Hate zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tên ragirtin li dijî binpêkirinên mafan derketine cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.
Hate zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tên ragirtin li dijî binpêkirinên mafan derketine cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tên ragirtin, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Girtiyên ji malbatên xwe re wiha gotin: “Ji hevalên me yên li dijî helwesta gardiyanan a keyfî derketin re ji bo 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn.”
Girtiyan ragihandin ku binpêkirinên mafan ên weke lêgerînên keyfî, heqaret, dema sewqên nexweşxaneyê de lêgerîna nava dev qewimîne.