Li girtiyên jin ên silav dan hev cezayê hucreyê hate birîn

Zeynep Avci ya li Girtîgeha Jinan a Girtî a Sîncanê girtî ye, bi nameyekê bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Avci got, ew ê li dijî ferzkirina kincê ji yek tîpî ku plana wê tê kirin, li ber xwe bidin.

Zeynep Avci diyar kir, ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê ev demeke dirêj e qedexe, astengî û binpêkirina mafên mirovan heye û ragihand, spor, kûrs û aktîvîteyê mîna van, ku berê kêm jî be hebû, niha bi temamî hatine rakirin.

Zeynep Avci anî ziman, ku ji bo çend saetan jî be hefteyê hin rojan girtî li hev dicivin û di nameya xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên di dema vê kombûnê de li girtiyan tê kirin:

"Di rojên dawî de, hê li korîdorê ji hevalan re dibêjin, 'bi vî rengî bisekine', 'derbasî vî alî bibe', 'li wir bisekine' û bi hewl didin bi vî awayî nîzama leşkerî bi cih bînin. Dixwazin aloziyê derxînin. Qedexeye ku heval li korîdorê hev hembêz bikin û silavê bidin hev.

Herî dawî, di dawiya sohbetê de heval dema vedigeriyan qewîşan, li korîdorê xatir ji hev xwestin û hev hembêz kirin. Di wê kêliyê de mudaxele kirin û gotin, 'ev qedexe ye'. Yek ji hevalên li dijî vê derketin Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû ye. Li Otlû cezayê hucreyê birîn. Hevaleke me ya din a cezayê hucreyê lê hate birîn Sermîn Demîrag e, ku cezayê wê çar salan maye. Sevîm 26 sal in di girtîgehê de ye."

Zeynep Avci wekî din ragihand ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê kincên ji rengê şîn, kes û qehweyî hatine qedexekirin û diyar kir ku niha jî kincê ji rengê reş hatiye qedexekirin.

Avci da xuyakirin, ku qedexekirina kincên ji van rengan nîşaneya ferzkirina kincên ji yek tîpî ye û destnîşan kir, ku weke girtiyên jin ew ê vê qedexeyê û ferzkirina kincê ji yek tîpî qebûl nekin.