Li girtîgehên Tokat û Mêrsînê çi dibe?

Rejîma AKP-MHP’ê zext û zordariya xwe a li ser girtiyên ku nekarî wan radest bike zêdetir dike.

Diyar bû qerdiyanan ji girtiyan re gotiye,’’Em ê vir bikin Efrîn. Em ê ji vir jî bişewitînin. Hûn hemû terorîst in’’

TOKAT

Girtiyê bi navê Mert Sonmez ji Girtîgeha Tîpa F a Tokatê nameyek şand û di nameya xwe de bal kişande ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Di nameyê de wiha hat gotin: "Ferhengên Kurdî-Tirkî yên hevalên me yên ji girîtgehên din hatin û bi xwe re anîn jî, bêyî wergerê nadin me û her wiha pereyê wergêrê jî ji me dixwazin."

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Tokatê girtîne, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgehê nameyek nivîsandin û ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Wanê re şandin. Name li ser navê girtiyê bi navê Mert Sonmez hat şandin. Sonmez di nameyê de diyar dike ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û ragihandina Rewşa Awarte gelek girtî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û li girtîgehan qanûn û huqûq hatiye hilawistin û îdareya girtîgehê li gor kêfa xwe tev digere. Sonmez destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew tev digerin, lê belê hemû hewldanên wan ên di vî warî de bi bersiv dimînin û her diçe zext û zoriyên li ser wan zêde dibin.

XEBATÊN WAN ÊN NIVÎSKÎ TÊN ASTENGKIRIN

Sonmez destnîşan kir ku pirtûk û kovarên ku malbatên wan bi riya postayê ji wan re dişînin nadin wan. Sonmez diyar kir ku saleke wan ji kantîna derve hin kovar xwestine, lê belê bi tu awayî negihaştine destên wan. Sonmez got ku defter, pirtûk, dosyeyên xebatê û ajandayên şexsî yên ku hevalên wan ên ji girtîgehên din tên û bi xwe re tînin jî nadin wan û wiha got: "Bi vê rewşê re gelek xebatên nivîskî yên bi kedeke mezin û bi salan hatine kirin tên astengkirin. Îdare bi vî awayî hewl dide rê li ber nivîsandin û xwendina kesên di hundur de bigire."

HEQÊ WERGÊR JÎ JI GIRTIYAN DIXWAZIN

Sonmez di nameya xwe de bi lêv kir ku ferhengên Kurdî û Tirkî yên ku hevalên wan ên ji girtîgehên din tên girtîgeha ew lê ne û bi xwe re tînin jî, bêyî wergerê nadin wan û her wiha pereyê wergêr jî ji wan dixwazin. Sonmez ev tiş gotin: "Ma wê ferhenga Tirkî-Kurdî çawa bê wergerkirin? Jixwe ferheng bixwe nivîsandiye; li hemberî peyva Tirkî kurdiya wê heye. Îdare bi vî awayî dixwaze me mexdûr bike û ev nefreta wan a li hemberî Kurdî nîşan dide." Her wiha Sonmez got ku di rêziknameyê de heftê 10 saet mafê wan ên çalakiyên civakiyî heye, lê belê vê yekê daxistine du saetan û bi vî awayî girtî tên tecrîdkirin.

Sonmez diyar kir ku li hevalên wan ên ku ji tehliyeya wan re hindik maye bê hincet cezayê dîsîplînê tê birîn. Sonmez got ku di dema sewqkirina nexweşxaneyan de ji ber ew muayeneya kelemçekirî qebûl nakin, bêyî bên muayenekirin wan tînin girtîgehê û wiha got: "Li odeyên ku 18-19 kes lê dimînin, pîvaneke ku heftê 3 kes dikarin biçin revîrê anîne. Rewşa nexweşên lezgîn tê piştguhkirin." Her wiha Sonmez anî ziman ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û kesên îtirazî vê ferzkirinê dikin jî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Sonmez got ku daxwaza wan a guherandina odeyan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: "Mînak 7 meh berê hevalên me ji bo guherandina odeyê daxwazname nivîsand, lê hîn jî bersiv nehatiye dayîn." Sonmez diyar kir ku piraniya kincên ji wan re tên jî bi hinceta "rengên wan ne guncav in" nayên dayîn an jî tên komkirin û li cihekî wek Tokatê ku zivistana wê dijwar e destûrê nadin ku girtî lepikan bi kar bînin û kincên bi kum jî hatine qedexekirin.

Sonmez di berdewamiya nameya xwe de wiha got:

* Mafê her girtiyî ye ku ji bo girtîgeheke din sewqê bixwaze. Lê belê ev maf bi temamî hatiye binpêkirin. Hin heval bi salane daxwaze sewqê kirine lê belê hîn jî bersiva daxwazên wan nehatiye dayîn.

* Di hevdîtinên bi riya telefonan ên bi malbatan re, ji ber diyalog û axaftinên ku hikûmet û dewletê rexne dikin, cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn û piraniya rexneyên li îktîdarê tên kirin jî wek propagandayê tên hesibandin û ev yek dibe cihê cezakirinê.

* Hevalên tên sirgûnkirin an jî sewqkirin, nahêlin eşyayên xwe bi xwe re bibin. Paşê eşya bi kargoyê tên şandin û heqê kargoyê jî ji girtiyan distînin. Herî dawî 2 hevalên me sirgûnî Kayseriyê kirin. Piştî hatin sirgûnkirin eşyayên wan bi kargoyê hat şandin û 700 lîre heqê kargoyê ji wan hat xwestin.

* Pêdiviya balgî, çarşef û newresiman bi cih nayê û yên tên dayîn jî yên hatine bikaranîn in û ji bo tenduristiyê nebaş in. Eşyayên kantînê buha didin girtiyan û di hin deman de bi awayekî kêfî buha zêdetir dibin.

* Em 18 an jî 20 kes li odeyan dimînin. Dema em bixwazin bi awayekî giştî wêneyan bikişînin destûrê nadin û ji bo her wêneyekî herî zêde 3 kes bi hevdu re karên bikişînin. Her wiha hin koliyên ku malbatên me dişînin jî winda dibin an jî bêyî hayê me pê bixin wan vedigerînin.

* Girtiyên nexweş ên bi diyet in, xwarina wan li gor diyetê nayê dayîn û li vir hevalên me yên nexweşîna şekir û dil bi wan re heye hene. Her çi qas raporên diyetê yên van hevalan hene jî, ev rapor esas nayên girtin. Ta û derzî jî qedexe ye.

BANGAWAZÎ

Herî dawî Sonmez ji bo li hemberî van binpêkirinên mafan bi awayekî hestiyarî liv û tevger xwe bidin der, bang li çapemeniyê û raya giştî kir.

MÊRSÎN

Şehrîban Erdem a ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê derket got gardiyanan gef li girtiyan dixwar û wiha got: "Em ê vê derê veguherînin Efrînê. Em ê we jî bişewitînin." Her wiha Erdem diyar kir ku gardiyan ji sepandina kincên yekreng jî wiha dibêjin: "Em qicok micokên nû ji we re tînin."

Şehrîban Erdema ku duh na pêr ji Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kirin.

GARDIYAN: EM Ê VÊ DERÊ VEGUHRÎNIN EFRÎNÊ

Erdem got ku li girtîgehê êrîş û zext veguherîne rewşeke sîtematîk, lê belê bi êrîşa li dijî Efrînê re zêdetir bûne. Erdem diyar kir ku sibeha 22'yê Çileyê dema gardiyan ji bo hejmariyê hatine qawîşan, behsa operasyona Efrînê kirine û gef xwarine. Erdem got gardiyanên bi navê A., D. û S. heqaret lê kirine û ev tişt gotin: "Bi taybetî jî S. dema ket qawîşa C5'an got 'xwezî ez jî tev li operasyona Efrînê bibûma. Ez ne li wir im, lê em ê vir veguherînin Efrînê. Em ê we jî bişewitînin. Hûn hemû terorîst in." Erdem got dema wan ji gardiyan re gotiye "Çima tu wisa dibêjî?" bi awayekî fizîkî bi şidetê re rû bi rû mane û wiha domand: "Paşê gardiyanan 4 hevalan bi erdê ve kişand, ew derb kirin û avêtin hucreyê." Erdem got li ser hewldanên wan êvarî hevalên wan ji hucreyê hatine derxistin û anîne qawîşê û wiha got: "Dema gardiyanan hevalên me birine hucreyê, ew derb kirine û heqaret li wan kirine. Ji ber hevalên me bi şideta fizîkî re rû bi rû man, rapora derbkirinê wergirtin."

'EM Ê QICOK MICOKÊN NÛ BÎNIN'

Erdem destnîşan kir ku gardiyan ji bo sepandina kincên yektîpî gefan li girtiyan dixwin û wiha gotine: "Em ji bo yekrengiyê amadekariyan dikin. Em qicok micokên nû ji we re tînin." Erdem bi lêv kir ku lê belê girtî bi biryar in ku kincên yektîpî li xwe nakin û wiha domand: "Hevalên jin ên li Tarsûsê dibêjin em bimirin jî em ê kincên yekreng li xwe nekin." Her wiha Erdem diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna tazî û ferzkirina kincên yektîpî derketine der barê her kesî de lêpirsîn hatiye vekirin û niha hin hevalên wan hene, saleke cezayên wan ên hevdîtinê heye.