Li girtîgehên Kiriklar ên Hejmar 1 û 2 zext zêde dibin

Li girtîgehên Kiriklar ên Hejmar 1 û 2 zext zêde dibin

Li Girtîgeha Kiriklar a Hejmar 2 xwarina ne li gorî şertên tenduristiyê didin girtiyê bi navê Firat Yagmakan ê nexweşê dil û xîzok (astim)ê. Dayika Firat Yagmakan ê ji aliyê leşkeran ve bi kelepçeyê birin nexweşxaneyê  got, “Li girtîgehê xwarinên ne li gorî nexweşiya wî didin kurê min. Lewma nexweşiya wî giran dibe. Dema dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt jî kelepçekirî tê muayanekirin.”    

Dayik Sultan Yagmakan got, kurê wê da xuyakirin ku li Girtîgeha Kiriklar a Hejmar 2 hîn zêdetir li hemberî girtiyên siyasî zext zêde bûne û li cihê bêhstendinê wê kamerayan bi cih bikin. Dayik Yagmakan banga hişyariyê li raya giştî kir û got ku wê serî li, Komeleya Mafê Mirovan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî re (TAYD-DER) Şaxa Îzmîrê bidin.  

LI GIRTÎGEHA HEJMAR 1 KAMERA HATIN BICIHKIRIN

Ligel wê li Girtîgeha Kiriklar a Hejmar 1 jî cihên ku ji bo xebatên hevpar tên bikaranîn hatin girtin û amadekarî tên kirin ku li hin cihên bêhnstendinê yên odeyan kamera bên bicihkirin.

Girtiyên siyasî jî dan xuyakirin ku li hemberî pêkanînên bi vî rengî yên di demên dawî de zêde bûne wê bêdeng nemînin.