Li girtîgehê zext û tecrîd li parêzerên HHB tên kirin
Li parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ên girtî ne, li girtîgehê zext tê kirin û tecrîd li ser wan tê ferzkirin.
Li parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ên girtî ne, li girtîgehê zext tê kirin û tecrîd li ser wan tê ferzkirin.
Derket holê, ku li parêzerên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di girtîgehê de ne zext tên kirin û tecrîd li ser wan tê ferzkirin. ji parêzerên HHB'ê Yaprak Turkmen ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li parêzer Barkin Tîmtîk, Naciye Demîr, Zehra Ozdemîr ên li Girtîgha Tîpa T a Bolûyê ye şertê 'di dema jimartinê de divê rabin ser piyan' li ser wan tê ferzkirin. Turkmen diyar kir, ku parêzer Ozgur Yilmaz û Ahmet Mandaci yên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên girtin jî, mîna hikumxwarên cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn, di hucreyên yek kesî de tên hiştin.
'JI BO 18 SALAN HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE LI BARKIN TÎMTÎK QEDEXE KIRIN'
Turkmen da zanîn, ku partêzerên girtî bi zanebûn li girtîgehên dûrî hev hatine bicihkirin û got, "Parêzer Barkin Tîmtîk, Naciye Demîr û Zehra Ozdemîr li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê li heman qewîşê ne. 15 kes û 2 zarok li qewîşê ne. Li gel girtiyên FETO tên hiştin. Rêveberiya girtîgehê li ser wan ferz kiriye ku di dema jimartinê de divê rabin ser piyan. Barkin Tîmtîk û Naciye Demîr, ji ber ku ev yek qebûl nekirine, hatine cezakirin. Li ber cezakirinê rabûne, lê belê wezîfedaran daxwaznameya îtirazê jî îmha kirine. Mehek cezayê hevdîtina bi malbatê re li wan hatiye birîn. Ji ber pirsgirêka jimartinê ya rojane, 4 meh ceza li Tîmtîk û Demîr birîne. Di encama vê de jî 18 salan hevdîtina bi malbatê re li Barkin Tîmtîk hatiye birîn."
YILMAZ Û MANDACI TÎ HATIN HIŞTIN!
Turkmen anî ziman, ku parêzerên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên hiştin Ozgur Yilmaz û Ahmet Mandaci jî mîna mehkûmên cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn li hucreyên yek kesî tên hiştin. Turkmen got, "Her du jî bi tenê dimînin. Aliyên wan ên çep û rast vala ne. Tenê di dema derketina hewşê de hev dibînin. Mîna ku cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn, li cihekî tên hiştin."
Turkmen anî ziman, ku Yilmaz û Mandaci yên bi zanebûn tên tecrîdkirin, di rojên destpêkê de tî hatine hiştin û got, "Sê rojan av nedan Ozgur Yilmaz. Bi tena serê xwe, bê pênûs, bê kaxiz tenê bi tîşortê li ser wan, bi tenê hatin hiştin. Me ji bo zivistanê kinc ji wan re şand, lê ew jî nedan wan. Tevî ku di hesabê wan de pere heye û wan xwestin jî, nedan wan. Ji ber ku kaxis û pênûsê nadin wan nekarîn daxwaznameyê binivîsînin û mafê xwe yê nivîsandina nameyê bi kar bînin."
Turkmen diyar kir ku ev hemû pêkanîn bi zanebûn û plankirî tên kirin, lê belê wê ev hesab pûç bibin. Turkmen destnîşan kir, ku ligel hemû zext û zordariyan jî moralê parêzeran bilind e û ji bo rakirina tecrîda li ser parêzeran bang li demokratan kir ku nameyan binivîsînin.