Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê grêva birçîbûnê

Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê grêva birçîbûnê

Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê, girtiyên ji doza MKP û TKP/ML li dijî pêkanînên kêfî û îşkenceyên psîkolojîk ên li girtîgehê, dest bi grêva birçîbûnê kirin.

Girtiyên ji doza MKP û TKP/ML yên li koxûşên C-2 û C-3 yên Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê tên ragirtin, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihandin ku li dijî pêkanînên kêfî û îşkenceyên psîkolojîk ên li girtîgehan wan dest bi grêva birçîbûnê kirine.

Girtî, tedawiya bi kelepçe, pêkanînên di dema derxistina hewşê, bicihkirina kamera li wesayîtên rîngê, di bin navê lêgerîna zirav de helwestên biçûkxistina xizmên tên serdanê, şermezar dikin.