Li Girtîgeha Tekîrdagê pêkanînên provokatîf

Li Girtîgeha Tekîrdagê pêkanînên provokatîf

Girtiyên ji doza PKK'ê girtî yên di 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de dimînîn daxuyandin ku pêkanîn dijmirovahî yên li girtîgehê berdewam dikin. Girtiyan diyar kir ku, rêveberiya girtîgehê di nav hewildanên provokatîf de ye û dan zanîn ku dest bi çalakiya mehekê ya dernekevin hevdîtin, telefon û qadên hevpar û heke tu encamê ji vê yekê negirin dê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bikin.

Girtiyên ji doza PKK'ê girtî yên di 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de dimînin bi nameya şandin re, zextên li girtîgehê pêk tên anîbûn ziman, daxuyandin ku zext bi heman awayî berdewam dikin. Girtiyan anî ziman ku, Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku têkildarî binpêkirinan de nûçe weşandî di 31'ê kanûnê de nedan wan û binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin û li gel vê yekê pêkanînên tu aliyê wê yên zagonî tuneyî li hemberî wan pêktînin û wan teşwîqî îsyanê dikin û wiha gotin: "Rêveberiya Girtîgehê bi nêzîkahiyên provokatîf dixwaze li vir provokosyonekê derbixe û pêvajoyê bi bandor bike. Heke girtiyên şoreşger bi hîstiyar nêzî nebibin niha gelek caran îsyan derketibû."

LI GIRTÎGEHÊ PÊKANÎNÊN PROVOKATÎF

Girtiyên zextên bi destê rêveberiya girtîgehê, dozgerî û dadgeriyê li hemberî wan pêk tên wiha vegotin: "Êdî kêr gihiştiye hestî. Êdî ji bilî nêzîkahiyên li hemberî me nasnameya me ya siyasî hedef digirin. Ji bo vîna şoreşger bişkênin û wan teslîm bigirin her tiştî dikin. Ramana me ya pirsgirêkan bi riyên diyalogê çareser bikin weke qelsbûn di nirxînin. Îdare, dozgerî û dadger êrîşan zêde dikin û hemû serlêdanên me yên îtîrazê û serlêdanên sûc ji bo destê îdareyê bi hêz bike tên redkirin. Mînak serlêdana me ya derberê gaspkirina mafên qadên hevpar û hefteyê carekê av tê dayîn dozgeriyê wisa bersiv da; 'Her çiqas di giştînameyan de qadên hevpar 10 saet hatin nîşandan û hefteyê 2 caran ava bê dayîn hatibe diyarkirin 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F ji girtîgehên Tîpa F mezintire û ji ber vê yekê tu binpêkirinan maf tuneye' Yanî ji bo girtiyan têk bibin zagon jî nikarin îdare, dadger û dozgerên girtîgehê têk bibin. Weke henek dikin dibêjin li vir tu zagon derbasdar nîn in."

DIBE KU LI SER ATLASÊ XEBATÊN RÊXISTINÊ BÊN KIRIN!

Girtiyan destnîşan kirin ku, têkildarî mijdarê de gelek caran serlêdana kirin lê hemû serlêdanên wan bêencam man û piştî têkildarî mijdarê de di çapemeniyê de nûçe derketin rêveberiya girtîgehê dest bi pêkanîna nû da dest pê kirin û hemû pirtûk, çavkaniyên lêkolînê qedexe kirin. Girtiyan da zanîn ku herî dawî rêveberiya girtîgehê got pirtûkên di odeyan de zêdene û demên pêşde dibe ku bi armancên cuda yên ewlehiya saziyê bêxin talokeyê bên bikaranîn pirtûk bi sînor kirin. Girtiyan anî ziman ku ji wan re ji 10 pirtûk, 10 kovar û bultenan zêde weşanan nadin û dixwazin akîvîteya wan a xwendinê jî holê rabikin û tecrîdê kûr bikin. Girtiyan diyar kir ku, tenê pirtûk û rojname na nîşeyên dersên xwendekarên girtî jî tên astengkirin û êdî van jî nahilgirin hundir. Girtiyan destnîşan kir ku, rêveberiya girtîgehê atlasên di odeyan de ji ber îdîaya dibe ku ji bo xebatên rêxstinê bê bikaranîn qadexe kir.

Girtiyan di nameya xwe de îşkence, pêkanînên keyfî û qedexe wiha rêz kirin:

"*Pêkanîna lêgerîna tazî ya di ketina girtîgehê de berdewam dike. Kesên vê yekê qebûl nekin rastî îşkence û lêdanê tên.

*Îşkenceya fizîkî û psîkolojîk berdewam dike

*Qadên hevpar ên hefteyê 10 saet bin mehê bi 4 saetan bi sînor dikin

* Di lêgerînan de hemû alavên me tên belavkirin û nivîsên me tên desteserkirin

*Weşanên bidem û bêdem bi 10 hejmaran tên sînorkirin

*Xizmetên revîr û nexweşxaneyê bi tu awayî pêk nayên

*Nameyên me nayên şandin û nameyên ji me re jî tên nadin

* Daxwaznameyên me yên em didin hemû tên windakirin

*Girtiyên nû tên ji bo serxwe bidin û bikin ajan naşînin cem me û cuda digirin

*Hewcehiyên me yên kantînê kêm didin û gelek giran didin

*Ji bilî jiletên 3 kêr nadin û dixwazin her roj ew ruyê xwe jêbikin

*Ji ber ku em jîletan ji kantînê nagirin îdare vê yekê "berxwedana bêdeng" di nirxîne û lêpirsîna dîsîplînê didin destpêkirin û cezayên dîsîplînê yên telefon, ragihandin û nameyan didin.

*Stran û hemû tiştên din bi awayekî keyfî rastî lêpirsînan tê

*Di korîdoran de dixwazin bi rêz bê meşandin û kesên li hemberî vê yekê derdikevin rastî êrîşên fîzîkî û gotinê tên

*Ava gerim hefteyê carekê didin û ew jî kêm didin

*Xwarin gelek kêmin û xwarinên bibin sedema nexweşiyan ên neyên xwarin didin

*Weşanên biryara komkirina wan tuneyî bi hinceta 'ewlehiya saziyê tehdît dike' tên destserkirin. Azadiya Welat û Ozgur Gundem ji van weşananin

* Koliyên li ser navê me tên nadin û gelek caran bêyî agahiyê bidin me paşve tên şandin û pereyê wan jî ji me dibirin

*Li hemberî hevalên me yên cezayê muebeta giran girtin zilim berdewam dike. Tu destûrê nadin xebatên wan. Divê rojê saetekê derbixin hewşê ew jî asteng kirin

* Bi tu awayî daxwazên me yên guherîna odeyan pêk nayê."

Girtiyên pêkanînên dijmirovahî anîn ziman daxwazên xwe jî anîn ziman. Girtiyan xwest ku êrîşên fizîkî û psîkolojî bi dawî bibin, mafê qadên hevpar bê dayîn û tecrîda li ser hevalên ên cezayê muebetê girtin bi dawî bibe û derbixin qadên hevpar. Girtiyan xwest ku divê li gorî hewcehiyên girtiyan guherîna odeyan pêk bê û wiha daxwazên xwe rêz kirin: "Divê di lêgerînan de alav neyên belavkirin û lênûsk neyên desteserkirin. Bi awayekî keyfî lêpirsînên disîplînê neyên vekirin. Divê lêgerîna bi tazî û pêkanînên dijmirovahî bi dawî bibin. Sînora pirtûk û kovaran bê rakirin."

GIRTIYAN LI HEMBERÎ ÎŞKENCEYÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIRIN

Girtiyan da zanîn ku, hewildanên wan ên ji bo çareseriya pirsgirêkan ên li îdare û dozgeriyê bê encam man, dê dest bi çalakiyan bikin. Girtî ewil mehekê dernakevin hevdîtina telefon, hevdîtin û qadên hevpar û heke sererastkirin çênebe dê li deriyan bixin û disa jî sererastkirin çênebe dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bikin. Girtiyan xwest ku raya giştî li hemberî rewşa wan bihestiyar be.

Têkildarî agahiyên girtiyan dayîn de em li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê geriyan û peywirdarekî got, "Derew in tiştekî wisa tuneye" û ji bilî wê yekê tu tiştên din negotin.