Li girtîgeha Şakranê pêkanînên keyfî sînor bezandine

Li girtîgeha Şakranê pêkanînên keyfî sînor bezandine

Nerîman Bîrlîkler ku ji bo biçe hevdîtina hevalê xwe Serhat Yuksel yên li girtîgeha Şakranê ye, di têketina girtîgehê de ‘Ji ber ku îtîrazê lêgerîna ku gihiştiya asta tacîzê, kir’ rastî mehek cezayê qedexekirina hevdîtinê hat.

Nerîman Bîrlîkler ku di serê meha Tebaxê de çû hevdîtina vekirî ya hevalê xwe ku di girtîgeha Şakranê a T-4, gardiyana peywirdar di warê ‘lêgerîna ku rumeta mirovan dişikîne de’ hişyar kir û got: “Min ji gardiyanê re got ji kerema xwe re li gorî ku lêgerîn tê kirin, min lêgerîn bikin, ez jî li vir girtî mam, prosedurê dizanim. Min ew bi vî awayî hişyar kir.”

Bîrlîkler da zanîn ku gardiyanê di wê demê de tiştek negotiye û got: “Di 15’ê Tebaxê de ez careke din çûm girtîgehê. Di têketina girtîgehê de, di kaxiza ziyaretvanan de, nivîseke ‘Li baldariya Nerîman Bîrlîkler’ min dît lê ji dûrve min nekarî bixwînim. Di vê nivîsê de hatibû destnîşankirinku ez nekarim bi hevalê xwe re hedîtinê bikim.”

Nerîman Bîrlîkler da zanîn ku dema dor hatiye wê memurê peywirdar ji min re got ‘di hevdîtina borî de te heqeret li gardiyanê kiriye û ji ber vê mehekê hevdîtin bo te hatiye qedexekirin. Bîrlîkler wiha got: “Ji bo ji min re û ne jî ji hevalê min re ev ceza berê hat ragîhandin. Bi tu awayî serî li îfadeya min nedan û gotinên gardiyanê esas girtine û ev cezayê keyfî dane min.”

Bîrlîkler destnîşan kir ku bi midûrê girtîgehê re hevdîtin pêk aniye û tiştên hatiye serê wê vegotiye û wiha pê de çû: “Ceza ji min re nehat ragîhandin. Ger ez ji cihekî dur bihatama dê ev mexduriyeta min çawa ji holê bihata rakirin. Midûr jî ji min re got; tiştekî ez bikim nîne.”

Bîrlîkler anî ziman ku  midûrê girtîgehê diyar kir ku piştre got me ceza ji girtî re ragîhandiye û got ev gotina wî jî rastiya wê tune û ji hevalê wê re jî ranegîhandine.

LI ŞAKRANÊ ZEXT ZÊDE DIBIN

Nerîman Bîrlîkler diyar kir ku ew dê serî li ÎHD’ê bidin û balkişand ser binpêkirinên mafan yên Şakranê: “Li Şakranê binpêkirinên mafan yên cidî pêk tên. Mafê hevdîtina ku saetek bû daxistine 45 deqeyan.  Faliyetên hevpar yên girtiyan ku 10 saet bûn jî hatine rakirin û her wiha Kovara Demokratîk Modernîte jî nagirin hundir.”