Li girtîgeha Kurkçulerê girtî nayên tedawîkirin!

Girtiyên li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirî, nayên tedawîkirin. Girtiyê bi navê Înan Akin bi riya malbata xwe agahî da û got, "Em nayên tedawîkirin. Derman jî nadin me.”

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê li dijî tecrîdê ketî greva birçîbûnê, piştî bidawîkirina çalakiyê nayên tedawîkirin. Girtiyê bi navê Înan Akin ku 141 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi xwişka xwe Asya Akin re hevdîtin kirî di derbarê girtîgehê de agahî dan.

'EM NEHATIN TEDAWÎKIRIN, DERMAN JÎ NEDAN ME'

Asya akin diyar kir ku kekê wî di hevdîtinê de gotiye piştî çalakiya xwe bi dawî kirine nehatien tedawîkirin, derman jî nedane wan. Asya Akin diyar kir ku kekê wî di derbarê binpêkirinên li girtîgehê de wiha gotiye:

“Em li girtîgehê 10 heval ketin greva birçîbûnê. Me 26’ê Gulanê çalakiya xwe bi dawî kir. Lê belê wê rojê em sewkî nexweşxaneyê nekirin. Em piştî rojekê sewkî nexweşxaneyê kirin. Em, bi wesayîta rîngê birin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê tehlîlên xwîn û îdrara me girtin û em paşde anîn. Tu tedawî û muayene nekirin, derman jî nedan. Dema ez birîm girtîgehê ez nexweş ketim. Menuya ku ji hêla Odeya Tabîban hatî diyarkirin nadin me. Menuya ku girtîgeh dide cuda ye. Me nekarî em şorbeya girtîgeh dayî bixwin. Weke ava boyaxê bû. Me bi derfetên xwe ji kantînê şîr, biskuvî, mast hwd kirî û hewl didin xwe bi wan xwedî bikin. Hê jî tehlîlên me derneketine.”

Asya Akin, diyar kir ku divê derdorên siyasî û her kes xwedî li girtiyan derkeve û pêvajoya tedawiya wan bişopîne.