Li Girtîgeha Kiriklar hewaya ku girtî bidin û bistînin wê were şopandin
Li Girtîgeha Kiriklar hewaya ku girtî bidin û bistînin wê were şopandin
Li Girtîgeha Kiriklar hewaya ku girtî bidin û bistînin wê were şopandin
Hat ragihandin ku Midûrê nû yê Girtîgeha Îzmîr Kiriklar a Tîpa F Recep Guven hewl dide pergaleke kamerayan a dema girtî derdikevin cihê hewastendinê jî wan bişopîne bixe dewreyê.
Necdet Kaya yê li Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F dimîne bi rêya malbatên çûne hevdîtinê ji ANF’ê re ragihand ku Midûr Guven ê ji Girtîgeha Maltepe a Tîpa L hatiye Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F dest bi pêkutiyên zextkar kiriye.
Kaya destnîşan kir ku Midûrê nû Guven ketiye nav hewldanan ku kamerayan li cihê hewstendinê bi cih bike û di demeke kurt de wê girtiya ji cihê hewastendinê jî bişopîne.
'EGER DEST JÊ BERNEDIN EM Ê ÇALAKIYAN BIDIN DESTPÊKIRIN'
Kaya da zanîn ku jixwe girtî ji derveyî hucreyan li her cihê tên şopandin û niha jî hewl didin li cihê hewastendinê jî werin şopandin. Kaya destnîşan kir ku ev pêkutî nayên qebûlkirin dema bixin meriyetê jî wê mafên xwe yên çalakiyên demokratîk bi kar bînin.
Hat ragihandin ku wê malbat têkildarî mijarê serî li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî re (TAY-DER) û Komeleya Mafê Mirovan bidin.