Li girtîgeha Helebê 10 jê Kurd bi giştî 50 kes mirin
Li girtîgeha Helebê 10 jê Kurd bi giştî 50 kes mirin
Li girtîgeha Helebê 10 jê Kurd bi giştî 50 kes mirin
Li girtîgeha Mislimiyê ya bajarê Helebê pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Azad û rejimê de rû didin. Di encamê de 10 jê girtiyên Kurd bi giştî 50 girtiyan jiyana xwe jidest dan.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê û malbatên girtiyan bidestxistine di encama pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rejima Baas de ku li derdora girtîgehê rûdan û de encama pevçûnan de avahiya girtîgehê hate topbarankirin. Di pevçûn û topbaranê de 10 jê Kurd bi giştî 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Ji girtiyên Kurd yên jiyana xwe jidest dan navê kesên hatine hînbûn wiha ne: Hesen Beşar ji Til Eran, Lewen Hecî ji Efrînê ye, Seydo ji gundê Basilê ya Efîrnê.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku, pevçûnên li derdora girtîgehê hîn bi dijwarî dom dikin.
Malbatên girtiyan bang li komîteya kar û barên girtiyan û saziyên mafê mirova yên navnetewî kir kir ku mudaxele bikin ku şer li vê deverê raweste, ji ber ku jiyana hezaran girtiyan di xetereyê de ye.