Li girtîgeha Duzceyê ji ber pênûs û lênûskê cezayê hucreyê hate dayîn

Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ya ku bi êşkenceyê tê rojevê di qawîşan de ji ber ku pirtûk, pênûs û lênûskên girtiyên PKK’ê hebûye, 20 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê ya ku bi êşkenceya li ser girtiyan tê rojevê, niha jî ji ber pênûs û lênûskan 20 rojan cezayê hucreyê li girtiyên PKK’ê hate birîn.

Gulseren Yildirim di 13’ê Mijdarê de bi rêya telefonê ji birayê xwe yê girtî Abdullatîf Teymûr ji vî cezayî hîn bû. Yildirim ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji ber pênûs û lênûskan cezayê hucreyê li girtiyan hatiye birîn.

140 ROJANCEZAYÊ HUCREYÊ HATIYE DAYÎN

Yildirim diyar kir, ji roja ku birayê wê û hevalên wî sirgunî Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê bûne û heta îro bi giştî 140 rojan cezayê hucreyê li birayê wê hatiye birîn. Yildirim got ku, “Piştî ku birayê min û hevalên wî diyar kirin ku êşkence li wan tê kirin, niha jî rêveberiya girtîgehê dixwaze heyfê ji wan hilîne. Girtîgehê dest daniyer ser name, pirtûk û alavên wan ên taybet û ji bo lênûsk û pênûsan jî ceza li wan dibirin. Cara pêşîn ez cezayekî wisa dibihîzim.”

‘EWLEHIYA CANÊ WAN TUNE’

Yildirim diyar kir ku li girtîgehê xwarin gelekî xerab e, gardiyan hejmartina li ser lingan li ser girtiyan ferz dike. Yildirim bal kişand ser vî tiştî dema ku girtiyan xwestine bi Gerînendeyê Girtîgehê Kazim Kaya re bicivin, bi hinceta ‘ewlehiyê’ daxwaza hevdîtinê nehatiye qebûlkirin. Yildirim got ku, “A rast ewlehiya can a birayê min û hevalên wî yên li qawîşê tune.”

Yildirim herî dawîn diyar kir ku ew ê heta dawiyê li têkoşîna birayê xwe derkeve û ew ê dengê birayê xwe ragihîne her derê.