Li Girtîgeha Bakirkoyê zext û astengî li girtiyan tên kirin

Hate ragihandin ku li Girtîgeha Bakirkoy a jinan girtî dibin hedefa zext û astengiyan. Girtiya bi navê Dîlan Tûran ragihand ku girtiyên nexweş dernaxin revîrê.

Dîlan Tûran (24) a li girtîgaha jinan a Bakirkoyê tê hiştin, pirsgirêkên li girtîgehê bi rêya nameyekê ji parêzera xwe re ragihandin. Tûrhan a ku sal û nîveke li girtîgehê tê girtin da zanîn ku dema destpêkê we birine girtîgehê lêgerîna tazî li wê ferz kirine û hê jî eşyayê wê yê rêveberiya girtîgehê dest danî ser wan negihane wê. Tûrhan bal kişand ser pêkanînên kêfî û got, "Me dernaxin qada hevpar; dema derdixin jî me bi tena serê xwe dihêlin. Nahêlin em bi hev re aktîvîteyên hevpar bikin. Bi kartonan fêkî anîbûn. Di navê de ji fêkî zêdetir çiloyê wan hebû. Li gel ku nameyê me li ser ser mohra 'hatiye dîtin-gorulmuştur' heye jî dubare li nava hucreyê bi dengê bilind dixwînin. Di nava heman hefteyê de 3 caran lêgerîna hucreyan dikin." 

'NEXWEŞÊN ME YÊN PENÇEŞÊRÊ JÎ DERNAXIN REVÎRÊ'

Tûrhan anî ziman ku di navika wê de fitiqa wê heye, destê xwe yê çepê nikare bikar bîne û wiha got, "Divê ez ji bo destê xwe berzend bistînim. Lê destûra vê jî nadin. Ez nikarim derkevim revîrê. Hevaleke me ya pençeşêrê heye. Wê jî ev bû saleke dernaxin revîrê. Sewqên şandina nexweşxaneyan ji wê kambaxtir in. Dema ji bo nexweşxaneyê bê sewqkirin kelepçeyê dernaxin, bijîşk dibêjin kelepçeyê dernexin. Dema bijîşk bibêjin derxin jî fermandarê leşkeran nahêle."

Tûrhan wiha dawî li gotinên xwe anîn, "Tevî ku hevdîtina me danê sibê ye jî, malbat heta saet 12.00'an tê rawestandin û paşê jî ji malbatê re dibêjin 'saeta hevdîtinê qediyaye' û dixwazin hevdîtinan asteng bikin."