Li Girtîgeha Şakranê terora AKP’ê

Hate ragihandin ku li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê avêtine ser qawîşên girtiyên siyasî û dest danîne ser hemû amûrên jiyanî.

Çalakvanê greva birçîbûnê Yûsûf Ozdemîr ragihand ku di bin navê lêgerînê de dest danîn ser hemû amûrên jiyanê.

Yûsûf Ozdemî dema li Zanîngeha 9’ê Îlonê ya li Îzmîrê Beşa Hemşîretiyê dixwend sala 2009’an hate girtin. Ozdemîr ê 15 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, bi daxwaza şikandina tecrîdê li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê 76 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Ozdemîr bûyerên qewimî bi rêya telefonê ji malbatê re vegot. Bav Ozdemîr diyar kir ku ji bûyerên rû dayîn bi fikare û got: “Avêtine ser hemû qawîşan.”

Bav Ozdemîr got: “Dest danîne ser hemû amûrên jiyanê. Tenê cihê li ser razin dane wan. Rûnivîn jî nedane wan. Kurê min ji xwe di grevê de bû. Niha nizanim rewşa wî çiye.”

Bav Ozdemîr got ji ber kurê wî bi rêya telefonê axiviye, agahiyên zelal nedan.

Bav anî ziman ku tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye û got: “Em bi berxwedana zarokên xwe re ne. Berdêl çi dibe bila bibe, em li gel wan in.”