Li Girkê Legê 50 jin bawernameyên tenduristiyê wergirtin

Li Girkê Legê 50 jin bawernameyên tenduristiyê wergirtin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Girkê Legê Meclisa Tendnduristiyê bawername li 50 jinên ku perwedeya tenduristiyê bi dawî kirin, bi merasîmekê belav kir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre endamê Meclisa gundê Tilcemanê Azad Ehmed axivî û diyar kir ku dewreyên tenduristiyê di vê pêvajoya nazik a Rojavayê Kurdistanê de pir girîng e. Herwiha Ehmed dazanîn ku ji ber rewşên şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê rû didin gelek birîndar hene.

Ehmed komên çete yên ku ji aliyê Tirkiyê ve ketine Serêkaniyê jî şermezar kir. Di dawiya axaftina xwe de Ehmed dazanîn ku guleyên dijminan tu carî cûdatî naxe nav welatiyên Kurd.

Piştî axaftina Ehmed 50 jinên ku tevlî dewreya tenduristiyê bibûn bawernameyên xwe wergirtin. Jinan sipasiya mamosteyên xwe kirin û kêfxweşiya xwe ya derbarê dewreyê de diyar kirin.