Li Girê Spî 3 çekdar hatin kuştin

Li Girê Spî 3 çekdar hatin kuştin

 Çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra êrîşî gundê Ebdilkê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Di pevçûnan de 3 êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra saet derdora 11.30’an de êrîşî gundê Ebdilkê yê Girê Spî (Til Ebyed) ku 1 kîlometre dûrî gundê Kendale kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn rû dan. Li gorî agahiyan 3 êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.Pevçûn hîn didomin.