Li Girava Sîcîlyayê civînên danasîna berhemên Ocalan

Li Girava Sîcîlyayê civînên danasîna berhemên Ocalan

Civînên li Îtalyayê bi armanca danasîna berhemên Ocalan, berdewam dikin. Herî dawî li şeş bajarên Girava Sîcîlyayê civîn hatin lidarxistin û hate diyarkirin ku ciwanên Îtalî dixwazin ji bo parastina Kobanê biçin ser sînor.

Civînên ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî û Buroya Enformasyona Kurdistanê UIIKI ONLUS ve tên lidarxistin, li 6 bajarên Girava Sîcîlyaya Îtalyayê berdewam kirin. Di navbera 13-18’ê Cotmehê de li 6 bajarên Îtalyayê civîn hatin lidarxistin. Di civînan de parêznameyên Ocalan ku bo zimanê Îtalî hatine wergerandin, hatin nasandin.

Sazî û rêxistinên Îtalîyên weke No Mous (Înîsiyatîfa li dijî baregehên leşkerî û sîstema telekomunîkasyonê hatiye avakirin, Rete Antirazzista Catanese (Tora li dijî Nîjadperestiyê ya Katanya), Rifondazione Comunista (Partiya Komunîst), Citta Felice (Înîsiyatîfa femînîst a bi navê Bajarê Dilşad) piştgirî dan civînên li bajarên Ragusa, Palermo, Messina, Palagunia, Scordia û Niscemi yên Sîcîlyayê.

Civîna yekemîn roja 13’ê Cotmehê li bajarê Ragusayê hate kirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Havîn Guneşer axivî û diyar kir ku parêznameyên Ocalan ji bo dijberên sîstemê yên li tevayî cîhanê, xetek ava kirine.  Her wiha, di civînê de sînevzîyona der barê komkujiya Şengalê û êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê û Şengalê de hate nîşandan.

Civîna duyemîn jî roja 14’ê Cotmehê li bajarê Palmoyê hate lidarxistin. Civîn li Fakulteya Zanîstên Siyasî ya Zanîngeha Palermoyê hate lidarxistin. Xwendekar, endamên hîndekariyê û anarşîst jî beşdarî civînê bûn.

Civîna sêyemîn ji li Casa Rossa (Mala Sor) a ku navenda komunîstan a bajarê Messinayê ye, hate kirin. Civîna çaremîn jî li Cataniayê hate kirin. Beriya civînê endamên heyetê ku bi tevî dostên Îtalî li Qada Etnayê bûn belavokên bi sernavê “Sîcîlya ji şerê li Kurdistanê re dibêje na”, ji ax û gelên Rojhilata Navîn re Azadî” hatin belavkirin.

Civîna li ber deriyê komeleyê hate kirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Gelek rojnameyên herêmî di rûpelên xwe de cih dan civînê û endamên koma femînîst a Citta Felice (Bajarê Dilşad) tevlî civînê bûn. Endama koma femînîst Anna Di Salvo di civînê de axivî û bal kişand ser berxwedana xurt a Kurdan a li Kobanê.  Piştre nûnerên Partiya Sosyalîst axivîn.

JI BO KOBANÊ KAMPANYAYA DERMANAN

Civîna 17’ê Cotmehê, li saloneke ya Şaredariya Palagoniayê hate kirin. Tevî endamên meclîsa şaredariyê, alîkarê şaredarê jî beşdarî civînê bûn. Beriya civînê bi rêveber û endamên meclîsa şaredariyê re hevdîtin hatin kirin û der barê rewşa Kobanê de agahî hatin dayin. Di civînê de ji bo alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê û ji bo kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” destek hate xwestin. Rayedarên şaredariyê jî diyar kirin ku ew ê ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê û dan zanîn ku ew ê ji bo Kobanê dest bi kampanyaya dermanan bikin û piştre bişînin Kobanê.

KOMEKE ÎTALÎ WÊ BIÇE ŞENGAL Û KOBANÊ

Di konferansê de tevî paradîgmaya di parêznameya Ocalan de, sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku 9’ê Çileya 2013 li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bîranîn û di belgeyên konferansê de nêrînên Ocalan ên li ser azadiya jinan hate bicihkirin.  Di konferansê de gelek belavokên der barê Kurdan û jinên Kurd de hatin belavkirin û bal kişandin ser berxwedana jinên Kurd a ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê nîşan didin. Her wiha komeke Îtalî biryar da ku bi armanca alîkarî û piştgiriya bi Kurdan re biçe Şengal û Kobanê.