Li Geziyê nimêja înê hat kirin
Li Geziyê nimêja înê hat kirin
Li Geziyê nimêja înê hat kirin
Di 18’emîn roja berxwedana Parqa Gezî de Muslimanên antî Kapîtalîst ku roja sêşemê mescîtên wan ji aliyê polîsan ve hatin hilweşandin, nîmêja înê kirin.
Muslumanên antî kapîtalîst yên ji bo nimêja înê hatin cem hev di têketina parqa gezî de, ji ber hewaya girtî naylon li erdê raxistin û nimêj kirin.
Muslimanên aktî kapîtalîst yên ku roja sêşemê mescîda wan ji aliyê polîsan ve hatin hilweşandin, bi banga nimêja înê re hatin cem hev.
Sedat Doganê ku xutbe xwend diyar kir ku ji tesîskirina yekitî û huzurê hatine huzura xweda û wiha got: “kesên rumeta mirovahiyê diparêzin bûne yek beden. Kesên li vir tenê qada hevpar ya jiyana xwe naparêzin, di heman demê de jiyanek nû ava dikin. Mirovahî ji bo yekitî û biratiyê çalakiyên xwe didomînin.
Piştî xutbeyê Abdurrahîm Ozer nimêj kir. Di dema nimêjê de bexwedêran li dora kesên nimêj kirin bûn xelek.