Li Geverê xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hate binçavkirin

Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin.

Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mizgîn Fendîk li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin. Fendîk dema ku rojname li aboneyan belav dikir ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Polîsan belavkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî weke ne li gorî qanûnane nîşanda û Fendîk xistin nava wesayîta zirxî û birin Miduryeta Emniyetê ya Geverê.

Li Geverê di roja Yekşemê 20’ê Çileya 2018’ de polîsan li Benda Kontrolê ya Yenîkoprû ku 30 kîlometre ji navendê dûr e bêyî ku ti hincetê nîşan bidin dest danîbûn li ser 100 rojnameyên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yên ji Wanê dihate şandin. Leşkeran gefa cezayê li ajokarê dolmuşê xwar.