Li Geverê tansiyon bilind dibe

Li Geverê tansiyon bilind dibe

Li Geverê welatiyên bi navê Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan qetilkirin û di merasîma cenazeyan wan de Bemal Tokçu bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.  Li ser vê yekê li Geverê tansiyon bilind bû. Li gelek nokteyan tîmên tevgera taybet hatin bicihkirin û bertekên li dijî komkujiyê didome.

 Li Geverê xwendekarên Lîseyê di destê wan de pirtûk û li ser wan unîformayên wan li navendê dest bi meşê kirin û  berbi Konê berxwedana demokratîk ya li dijî qetilkirinên sivîl meşiyan. Bê navber dirûşme hatin berzkirin û ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin.

Bi rojane li navçeyê alozî didome û pitşî ku Bemal Tokçu jî jiyana xwe ji dest da polîsan navçe xist bin ablukayê. Li kolana eczaneyan tîmên tevgera taybet hatine bicihkirin û li saziyên cemawerî polîs hatine bicihkirin. Li Riya Harunan ya navbera Şemzînan û Colemêrgê tedbîrên ewlehiyê hatine girtin.

Malbata Tokçu ji bo cenazeyê bigirin bi nûnerên BDP’ê re çûn Wanê. Hat hînbûn ku malbat israr dike ku cenazeyê sibê defin bikin.