Li Geverê operasyon, li Qilabanê faliyetên kemînê
Li Geverê operasyon, li Qilabanê faliyetên kemînê
Li Geverê operasyon, li Qilabanê faliyetên kemînê
HPG’ê da zanîn ku di 28’ê Tebaxê de artêşa tirk li Geverê operasyon daye destpêkirin û operasyonek piştî rojekê hatiye vekişandin. HPG’ê der barê faliyetên kemînê ya leşkeran a li Qilbanê agahî da.
HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di navbera 28-29’ê Tebaxê de di navbera saet 17.00 û 06.00 artêş tirk li çoltera navçeya Gevera Colemêrgê li derdora girê Silort operasyon daye destpêkirin û operasyona dijmin a ji 50 kesî pêk dihat bê encam maye.
Her wiha HPG’ê da zanîn li girên Radar û Sineht faliyetên kemînê didomin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di navbera 27-28’ê Tebaxê de saet di navbera 12.00, 17.00-20.00’an de balafirên şer yên artêşa tirk li ser herêma Parastina Medya firînên alçax pêk anîne.