Li Geverê 7 ciwan hatin girtin

Li Geverê 7 ciwan hatin girtin

Li Geverê, ji 9 ciwanên di serdegirtinên malan ên 5'ê Kanûnê de hatin binçavkirin, 7 jê hatin girtin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, 9 ciwanên roja 5'ê Kanûnê di serdegirtinên malan ên li taxên Yeşîldere, Mezarlik û Esentepeyê de hatin binçavkirin, piştî kar û barên li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê, duh radestî Edliyeya Geverê hatin kirin.

Li dû îfadeyên li dozgeriyê 2 ciwan hatin berdan, 7 ciwan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di encama darizandina heta nîvê şevê dewam kir de ciwanên bi navê Erdem Kizildogan, Zafer Dara, Gokhan Saygi, Ekrem Yîgît, Vedat Orhan, Velî Cîndal û Ûgûr Surûcuoglû bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê hatin bicihkirin.