Li Geverê 2 bira hatin binçavkirin

Li Geverê 2 bira hatin binçavkirin

Li Geverê serê sibehê polîsan bi ser malan de girtin û bi lêdanê 2 bira kirin binçavan.

Li navçeya Colemêrg Geverê, polîsên tîmen taybet bi wesayitên zirxî bi ser maleke ku li taxa Yeşîldereyê de girtin. Di dema serdegirtinê de Nedîm Atak û Serdar Atak ên ku birayê hev in hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku polîsan di dema serdagirtinê de heqaret li malbatê kirine û her du bira jî bi lêdanê kirine binçavan.

Ciwanên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê a Navçeyê tên ragirtin.